Hikûmeta Şamê dorpêçkirina herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Endamên Firqeya 4`an doh sibehê rê nedan ku hejmarek rêxistinên mirovî û di nav de Rêxistina Kobî ku soza alîkarîdayîna astengdaran dabû, bikevin her du taxan.
Komîteya Alîkariyê ji nûçegihanê ANHA’yê re destnîşan kir ku Firqeya 4`an ji beriya 3 mehan de destûra derbasbûna madeyên alîkariyan ji bo her du taxan nade.
Komîteyê got, "Dihat payîn ku di dema dawî a şidandina dorpêçê de zêdetirî 20 hezar par li şêniyên her du taxan bên belavkirin, lê Firqeya 4`an rê neda.”
HELEB