Nabe em Kurdan li erdê bihêlin

Şemî 25 Îlon 2021 - 02:20

Li paytexta Bayernê Munchen, Vaniessa Rashid ji bo parlamena federal a Elmanyayê ji herêma hilbijartinê ya Munchen Ost (Munchena Rojhilat/herêma hilbijartinê ya 218´an) ji Partiya Keskan (B90/Die Grünen) namzeta yekser e. 

Sedema namzetiya xwe ew ji me re wiha rave dike: ”Min nexwest êdî hema lê temaşe bikim ka çawa mijarên elaqedarî koçber û zarokan li Parlamena Federal bincil dibin, nexuya dibin. Li Munchenê rêjeya serjimara mirovên serpêhatiyeke wan a koçberiyê heye, ji sedî 40 e. Li temamê Elmanyayê jî ev rêje ji sedî 25 e. Lê tenê ji sedî 8´ê parlamenteran xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ne. Ez dixwazim vê yekê biguherim. Ez dixwazim weke nimûneyeke baş derkevim pêş û pirrenigiyê bixim nava hikûmetê. 

Bi ya min angajmana siyasî muhim e. Çi bihabûna kirêyan, çi peydakirina cihekî li dergûşxaneyan, çi siyaseta dewletê ya întegrasyonê, li dijî kînê û nijadperestiyê; ev angajman ji bo van muhim e.”

Me jê pirsî ka hilbijêr çima dengê xwe bidin wê: ”Di van 4 salên di pêşiya me de muhtemele ku werçerxek bibe: Ka gelo em ê karibin ji heqî krîza avhewayê derkevin. Kes dikarin ji heqî wê derkevin. Wekî din pandemiyê nîşanî me da ku di sîstema me ya civakî de gelek xisûsên qelsiyê hene: Miqatebûna li kal û pîr û nexweşan, dibistan û dergûşxane, parastina mirovên xizan û bêkar. Ez ji bo guhertina di van xisûsan de namzet im.”

Yek ji meseleyên ku dixwaze pê dakeve, meseleya welatîbûna Elmanyayê ye: ”Nabe ku hinek ji 20 salan ve li Elmanyayê bin, li vir kar bikin û bacê bidin, malbateke wan hebe û ne welatiyê Elmanyayê bin. Ez ji bo vê, ji bo kêmtir burokrasî hebe di pêvajioya welatîbûnê de û ji bo qanûneke koçberiyê ya vî navî heq dike, kar bikim.”

Divê Kurd li parlamenê bin

Herçî siyaseta wê ya ji bo Kurdan û weedên wê ji bo Kurdan in, wê got, ”Divê em Kurd li parlamenê bin! Ez û partiya min em dixwazin qanûneke koçberiyê amade bikin, da ku dewlet mirovên nû tên hêsanîtir qebûl bike, karibin kar bikin û siberojê ava bikin. 

Divê mirina mirovan li ser sînorê derve yê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û di kampên YE´yê de bi dawî bibe. Divê li derveyî sînorên me jî xala yekê ya destûra me ya bingehîn lê be: Nabe dest bidin rûmeta mirovî. Û divê dawî li bazara xirab a bi Tirkiyeyê re bê; ev bazar hem rê li ber şantaja li dijî Elmanyayê vedike û hem jî dike ku miropv êşê bikişînin. 

Li aliyê din, çi endamê NATO çi jî na; dewleteke weke Tirkiyeyê ya ku zextê li mirovan dike, nabe ku sîlehan, tankan yan jî techîzatên din ji me bikire. Pirr min diêşîne, xwe lê ranagirim ku zanibim bi sîlehên Elmanyayê li Rojava û herêmên din Kurd hatine kuştin û îro jî tên kuştin. Nabe ku em xwişk û birayên xwe yên Kurd ên ku li Iraqê û Sûriyê DAIŞ têk birin, li erdê bêkes bihêlin.”

MUNCHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.