• Enwer Muslim derheqê biryara cezayên giran a ku ji ‘’Doza Kobanê’’ derketî axivî. Muslim got AKP dixwaze vîna Kurdan bişkîne lê Kurd serî natewînin. Muslim her wiha destnîşan kir Kobanê doza mirovahiyê bû, bang li rêxistinên navnetewî kir ku dijî biryara ‘Doza Kobanê’ nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Firatê Enwer Muslim got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê re dixwaze serî bitewîne û vînê bişikîne, lê hê jî ji kevneşopiya berxwedanê tiştek fêm nekiriye."
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yê Kantona Firatê Enwer Muslim ku di berxwedana Kobanê de cih girtibû, li ser biryara Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ji ANF'ê re axivî. Muslim, da xuyakirin ku li Kobanê yekîtiya gelan pêk hat û DAÎŞ têk çûye û got ku projeyeke demokratîk sazkar e. 

AKP dixwaze vînê bişkîne
Muslim wiha domand: “Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP'ê di bin navê Doza Kobanê de xwest îrade bişikîne û serî bide tewandin, lê hê jî ji kevneşopiya berxwedanê tiştek fêm nekiriye. Gelê Kurd bi sedsalan e serî netewandiye û dê netewîne jî.”

Kobanê doza mirovahiyê bû
Muslim, destnîşan kir ku bi Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê re ne tenê gelê Kurd tê darizandin û wiha domand: “Pirsgirêka herî sereke ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Doza Komployê ya Kobanê ne tenê pirsgirêka gelekî ye. Doza berxwedanê ye ku tevahiya mirovahî ji terora li cîhanê rizgar kiriye, doza mirovahiyê ye. Pêşî gelê Bakurê Kurdistanê piştgirî da Kobanê. ‘’

Koalîsyona Navnetewî çima bêdeng e?
Enwer Muslim, da zanîn ku di wê demê de nêzî 76 dewlet Koalîsyoneke Navneteweyî ava kiribûn û ji nêz ve şahidî ji berxwedana gelê Kurd a li Kobanê kiribûn û wiha domand, “Hebûna Koalîsyona Navneteweyî hişt ku DAÎŞ mîna terorîst bê dîtin. Kesên tên darizandin li dijî terora DAÎŞ’ê bêdeng neman, li ber xwe dan û kêlî bi kêlî piştgirî dan gelê Kobanê. Koalîsyona ku di wê demê de li Kobanê bû, çima îro li hemberî dîlgirtiyên Doza Komplo ya Kobanê bêdeng dimînin? Çima li hember zilmê bêdeng dibin û dibin hevkar?” 

Rêxistinên Navnetewî divê deng derxin
Muslim, destnîşan kir ku ne dozek hiqûqî, berovajî dozeke siyasiye û wiha axivî, “Em bi zîhniyeteke ku dibêje ‘hûn wekî min tevnegerin ez ê we bişewitînim’ re beramberî hev in. Her tiştek ku weke hincet bê nîşandan ne qanûnî ye. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî doza ku edalet, demokrasî, wekhevî û jiyana azad lê tê qetilkirin nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

Polîtîkaya qirkirinê ye
Enwer Muslim, da zanîn ku rejîma yek zilamî ji bo demokrasiyê xetere ye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Îro eger hê jî dewleta Tirk êrîşî herêmê dike, sedema vê ji ber ku ji demokrasî, îrade û wekheviya gelan ditirse ye. Li aliyek mirovên ku hêzê didin vê berxwedanê dîl digire li aliyê din bêyî navber êrîşê qadên berxwedanê dike. Her gaveke ku dewleta Tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.” ANF