Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên nêzî eniyên şer bi çekên sivik û giran topbaran kir. Welatiyê bi navê Salih Elî Selame (61) ê ji eşîra Ebo Esaf ku di dema topbaranê de li nav erdê xwe bû, bi topeke dagirkeriya Tirk a ji baregeha li gundê Bîr Îsa avêtiye, şehîd bû.
Salih Selame ji xelkê gundê El Hiwêce ye; ev gund 7 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê El Hîşe (15 km li rojhilatê Eyn Îsa) ye. Şehîd li goristana Bîr Seran hat veşartin.
Bi vê yekê re, ji dema dagirkirina kantona Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê de 28 welatî şehîd bûn, 77 jî birîndar bûn.
Doh gava rojnameya me ji weşanê re dihat amadekirin, artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Til El-Leben ê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran dikir.
Mizgeftan jî dirûxînin
Dewleta Tirk a dagirker di 30′yê Mijdarê de mizgefta gundê Tirwaziyê yê ser bi navçeya Silokê ya li rojhilatê Girê Spî kir hedef, di encamê de beşeke mezin ji mizgeftê, wêran kir.
Serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Reşîd Ebdulezîz ev êriş şermezar kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên hovane li dijî herêmê, bombebarankirina mizgeftan û cihên olî, sûcan dike.”
Li aliyekî din jî metranê herêmên Cizîr û Firatê yê Suryanên Ortodoks, Mar Morîs Emsîh diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di qonaxeke hestiyar û zehmet re derbas dibe û got, "Dewleta Tirk a dagirker dêr û mizgeftên li herêmê û welatiyan dike hedef. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina dêr û mizgeftan ew e ku herêmê vala bike, pêkhateyên wê bike der û rûbera dagirkeriya xwe fireh bike."