- Dewleta Tirk Mizgefta Mezin Ayasofya îro kir mizgeft.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker Mizgefta Mezin Ayasofya îro kir mizgeft. Bi vî awayî mîna DAÎŞê kirî, AKP û MHPê mil dan hev û îbadetxaneyeke mesîhtiyê dagir kirin. Dewleta Tirk a bi hezaran mizgeftên wê li welatên xiristiyan heye, nikarîbû xwe li dûreke xiristiyantiyê ragirta û kir mizgeft.
Dêra Ayasofyayê mîna tabloyên di dema dagirkerina Efrînê de hat dagirkirin û hema bêje, dewleta Tirk bi tev erkanê xwe amade bûn.
Ya bala her kesî kişand, dewleta Tirk ev dagirkeriya xwe jî di 24ʼê Tîrmehê de ango di 97 saliya salvegera Peymana Lozanê de kir.
Serpîskoposê Emerîkayê Elpîdophoros diyar kir ku ew li ser Ayasofyayê bi serokê Emerîkayê Donald Trump û Alîkarê Serok Mike Pence re rûniştiye.
Li Yewnanistanê jî îro weke rojeke reş hat ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN