Mikaîl Aslan awazan bêdeng nahêle

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Hezîran 2022 - 01:05

Hunermendê Mikaîl Aslan bi navê "wê awazên me bêdeng nebin" tûrneyeke konseran li dar dixe. 

Mikaîl Aslan wê li Amed, Sêrt, Êlih û Siwêregê konseran bide. 

Destpêkê Mikaîl Aslan wê di 16'ê Hezîranê de li Baroya Sêrtê derkeve ser dikê. Piştre di 17'ê Hezîranê de li Baroya Êlihê, di 18'ê Hezîranê de li Amedê li baxçeyê avahiya Zarok Mayê û herî dawî di 19'ê Hezîranê de jî wê li Navenda Çandê ya Siwêregê derkeve ser dikê û konseran bide. 

Di tûrneyê de wê Cem Erdost Îlerî, Olcay Bozkûrt û Sîtar Sertaç Şanli jî bi Aslan re derkevin ser dikê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.