Meşa,’’Ji Ocalan re azadî’’ didome
În 20 Îlon 2024 - 15:39
- Meşa Dirêj a bi pêşengiya ciwanên Kurdistanî û enternasyonalist di navbeyna 15-20’ê Îlonê de didome, di roja 5’an de Meşa Dirêj a bi daxwaza ‘’Ji Ocalan re azadî’’ gihaşte bajarê Duîsbûrgê ya Elmanyayê.
Ciwan berê sibehê gihaştine bajarê Duîsbûrgê yê Elmanyayê. Di roja 5’an a meşê de saet 09:00’an ciwan li meydana Marxloh-Pollmanê ya Duîsbûrgê kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Li nav rojê ciwan bi qasî 19 km meşiyan û berêvarkî li ber stesyona navendî ya Trênê wê meşa xwe ya ji bo heftiyekê bi dawî bikin. Êvarî jî wê wê tevlî bernameya li NCKD ya Duîsbûrgê bibin, ku di bernameyê de hunermend Hozan Şemdîn û Rêber Serhed wê stranan bibêjin.
Çalakger 21’ê Îlonê roja şemiyê saet 07:00’an wê ber bi Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ya li meydana Rebstockparkê ya Frankfurtê ve bi rê bikevin.
NAVENDA NÛÇEYAN