KNK`ê bi daxuyaniyekê girtina Mela Nezîr Berwarî şermezar kir û got: “Em biryara girtin û cezakirina birêz Mela Nezîr Berwarî, bi tundî şermezar dikin.” ‬

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser girtin û cezakirina endamê KNK’ê Mela Nezîr Berwarî daxuyaniyek da  û got, “Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Behdînanê, ev demek e ku nivîskar, rojnamevan û siyasetvanên muxalif, ji ber sedemên siyasî û ji ber fikr û ramanê xwe, têne girtin û têne cezakirin. Yek ji van kesan jî, endamê KNK’ê Birêz Mela Nezîr Berwarî ye. Birêz Mela Nezîr Berwarî, ji ber xebatên xwe yên siyasî, Sibatê hat girtin û li dadgeha Dihokê 7 sal cezayê zîndanê lê hat birrîn. Mela Nezîr kesekî siyasetvan e û endamê KNK’ê ye, her wiha endamê malbenda YNK’ê ye û weke welatparêzekî ji bo gel û welatê xwe kar kiriye. Rast e kesekî muxalifê desthilata PDK’ê ye, lê ew jî mafekî wî yê rewa ye û mafekî demokratîk e.‬

Girtin û cezakirina kesekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ev girtin û cezakirin ji ber sedemên siyasî ye, bê hiqûqî ye, ne adil e. Em biryara girtin û cezakirina Birêz Mela Nezîr Berwarî, bi tundî şermezar dikin. Her weha bang li rêveberiya Herêmê dikin û dibêjin, dev ji van kirinan berdin û Mela Nezîr û hemî girtiyên siyasî azad bikin.‬

Li vê herêmê girtiyê siyasî ne tenê Mela Nezîr e, bi sedan kesên muxalifê desthilata PDK’ê, ji ber sedemên siyasî hatine girtin. 82 kesên siyasî yên di zîndanê de, ji ber vê bê adaletiyê, ev e ji du heftiyan zêdetir e greva birçîbûnê de ne. Xwestina wan edalet e û bê hiqûqîyê protesto dikin. Divê rêveberiya

Herêmê guhdarî dengê wan bike û helekî adil ji vê pirsgirêkê re bibîne.‬

Bi vê munasebetê, em careke din girtin û cezakirina Mela Nezîr şermezar dikin û banga azadkirina girtiyên siyasî dikin.”

BRUKSEL‬