Medreseya Meydanê; cihê zanist û felsefeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Tîrmeh 2026 - 16:00

  • Medreseya Meydanê, yek ji girîngtirîn û bedewtirîn berhemên dîrokî yên Colemêrgê ye. Ev medrese hem ji aliyê mîmariyê hem jî ji aliyê çandî ve xwedî nirxekî mezin e û bajarê Colemêrgê dixemilîne. Medreseya Meydanê, di salên 1700-1701an de hatiye avakirin. Ev berhem ji aliyê Îzzeddîn Beg (Îzzeddînê Kurê Brahîm Beg) ve hatiye çêkirin ku di wê serdemê de Mîrê Hekariyê bû.

 

Medrese bi avahîsaziya xwe hewş du qatî û honandina kevirên reş, mînakên herî xweşik ên mîmariya Îslamî û Kurdî ya serdema mîrektiyan nîşan dide. Di dema xwe de, ev medrese tenê cihê olî nedihat dîtin; bibû navendeke perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyê ku gelek zanyar û şagirt tê de gihîştine. Wekî şahidekî zindî yê dîrok û desthilatdariya Mîrektiya Hekariyê tê qebûlkirin û nasnameya bajêr a kevnar diparêze.

Hat restorekirin

Medreseya Meydanê di nav salan de ber bi xerabûnê ve diçû, lê di navbera salên 2020-2022an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê û Zanîngeha Colemêrgê ve hat restorekirin û medrese niha wekî “Navenda Çandê û Muzexaneya Etnografîk a Colemêrgê” tê bikaranîn.

Berhemên çandî tên nîşandan

Di hundirê Medreseya Meydanê de berhemên çandî yên herêmê, kincên Kurdî yên kevneşopî, amûrên kevn û mînakên jiyana rojane ya Colemêrgê têne pêşandan. Avahî ji bo gel û tûrîstan vekiriye û yek ji cihên herî zêde yên ku li bajêr tên ziyaretkirin e. AW/COLEMÊRG

***

Li Amedê gotûbêja Kurdnasiyê

Bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî gotûbêjek girîng tê lidarxistin. Her du sazî roja Sêşemê (21ê Tîrmehê) bi beşdariya Kurdolog Prof. Joanna Bochenska ya ji Zanîngeha Jagiellonê ya Polonyayê gotûbêja bi mijara “Kurdnasî; Pirên Zanistî û Çandî di Navbera Kurdistan û Cîhanê de” li dar dixin. Gotûbêj dê saet li 17:00an li avahiya Amargî ya li navçeya Sûrê were birêvebirin.

Endama Enstîtuyê Bêrîvan Matyar dê moderatiya gotûbêjê bike û Prof. Joanna Bochenska jî axêvera bernameyê ye. Hate zanîn ku zimanê gotûbêjê bi Kurmancî ye.

Armanca gotûbêjê ew e ku Kurdnasiya pirên zanistî û çandî ya di navbera Kurdistan û cîhanê de were nirxandin û ev pir were qewîkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Li Xana Axparê konsereke bi coş

Ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xana Axparê ya Amedê ve ‘Konsera Gel a Xana Axparê’ hat lidarxistin. Di konserê de ku xelkê navçeyê eleqeyeke mezin nîşan da, navên hezkirî yên muzîka Kurdî Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê. Di konsera ku li Parka Nûjiyanê hat lidarxistin de, astengdara çavan Nîsanur Fîdan a ku bi serê xwe fêrî piyanoyê bûbû jî derket ser dikê.

Di konserê de lîstikvanên Xana Axpar Belediyesporê yên ku di Lîga 1emîn a Amator a Diyarbekirê de bûbûn şampiyon, madalya û kûpaya şampiyoniyê girtin.

Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz beriya konserê axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya civakî ya hebûna zimanê Kurdî. Akyuz destnîşan kir ku muzîka Kurdî ji bo pêşveçûn û zindîhiştina ziman û çandê gelek girîng e.

Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerîf Arzu jî bal kişand ser pêvajoya ku tê meşandin û hêvî kir ku ev pêvajo bigihêje encamê û rê li ber siyaseta demokratîk vebe. Arzu bal kişand ser girêdana di navbera serkeftina pêvajoyê û rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayikê de û xwest ku nêzîkatiya cudaxwaz a li hemberî ziman û çanda Kurdî di demek zû de bi dawî bibe.

Piştî axaftinan Nîsanur Fîdan derket ser dikê û bi performansa xwe rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî Nîsanur Fîdan, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê û bi stranên xwe coşandin. Konsera ku rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat, bi gerandina govendê bidawî bû. AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.