MED-DER rûbirû û online dersê dide

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Îlon 2021 - 01:09

 SEMA ÇAGLAK / JIN NEWS/AMED

Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz diyar kir ku di meha Îlonê de ligel perwerdeyên online dê perwerdeyên rûbirû jî dest pê bike û got: "Miracaetên kursên perwerdeya bi Kurdî didomin. Em ê bi Kurmanci û Kirmanckî perwerdê bidin. Xebatên me ya ji bo zarokan jî dê bidomin û em armanc dikin ku gel xwedî li zimanê xwe derkeve." 

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, piştî demeke dirêj wê dest bi perwerdehiya rûbirû bike. MED-DER’ê ku cûrbicûr xebatên li ser ziman dide meşandin, di pêvajoya pandemiyê de jî xebatên xwe nedan rawestandin û bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê, xebatên xwe online li ser bernameya Zoomê dewam kirin. Lê di Îlonê de perwerdehiyên xwe hem online hem jî bi rûbirû wê bide destpêkirin.

Miracaetên kursan heta 3’ê Îlonê dewam dike. 

Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz bal bire ser dersên xwe yên online û got, bi saya dersên online ji gelek deverên cuda mirovan xwe fêrî Kurdî kir: “Dema ku vîrusa koronayê vegirt xelkê, me jî xwest perwerdehiyên xwe yên ziman bi awayekî online dewam bikin. Ji bo dersên me gelek miracaet çêbûn. Dersên online li ser şagirtên me jî bandoreke baş kir. Em pê kêfxweş bûn. Ji ber ku derfeta her kesî nebû rûbirû tevlî dersan bibe. Êdî pirraniya xwendevanan dixwazin dersên online bikin. Em ê di Îlonê de dest bi perwerdehiyên xwe bikin. Lê belê vê gavê piştî demekê, em dersên rûbirû jî bidin û dersên xwe yên online jî dewam bikin.”

Ders bi Kurmancî û Kirmanckî ne

Seyhan anî ziman ku dersên wan ji asta destpêkê heya asta mamostetiyê dewam dike û wiha axivî: “Ji bo asta mamosteyiyê em tenê dersên rûbirû didin. Em dersên xwe bi du şêwezarên Kurdî ango Kurmancî û Kirmanckî didin. Ji bo zarokan jî kargehên me hebûn. Zarok bi kêfxweşî beşdarî wan kargehan dibûn. Kargehên me yên ji bo zarokan wê dewam bikin. Ji ber vê yekê em ê qeydên zarokan jî bigirin û kargehên me bi vî şiklî dewam bikin.”

Seyhan, bal bire ser şahiyên ji bo zarokan ên li gundan jî û got, “Şahiyên ji bo zarokan bandoreke baş li ser xebatên me kir.

Zarok bi kêfxweşî û coşekê mezin tevlî wan bernameyan dibûn. Me alfebeya Kurdî nîşanê zarokên gund dida û zarok tevlî perwerdehiyê dikir. Bi vê yekê me kargeha zarokan vekir û malbatan zarokên xwe şandin wan kargehan. Gelek miracaet çêbûn û hê jî dewam dikin. Mixabin êdî gelek malbat bi zarokên xwe re Tirkî diaxifin. Zarok bi zimanê zikmakî mezin nabin.

Zarok îro ji çand û zimanê xwe dûr dikevin. Di van kargeh û şahiyan de zarok dê nêzî çand û zimanê xwe bibin.”
 
Bila malbat zarokên xwe bişînin

Seyhan banga xwedîderketina li ziman û çandê li gel kir: “Bi salan e zext û zorî li ser zimanê me heye. Em dibêjin, bila malbat zarokên xwe bişînin cem me. Li vir çand û huner jî heye. Ji ber vê yekê, kesên ku tevlî perwerdehiyên me dibin li dijî zext û zordariya li ser ziman jî dibin xwedî helwêst. Bangewaziya min ew e ku xwedî li ziman, çand û hunerê xwe derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.