RÊBAZ HESEN - ANF/ŞENGAL

Viyan Hebabî ji gundê Qizil Kendî ya Şengalê ye. Di dema komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de bi xwe şahidî ji komkujiyên DAIŞ’ê re kiriye. Ji bo standina tola keçên Êzîdî çek hilgirtiye û niha jî fermandarek a Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ye.

Viyan dibêje, berî 3’yê Tebaxê wan hizra wê yekê dikir ku ewê hemû bimirin, lê bi hatina gerîlayên HPG û YJA-Star’ê her tişt guheriye û wiha behsa wan rojan dike: ‘’Wê demê gelê Êzîdî nedizanî navê PKK’ê rast bilêv bikin, nedizanîn PKK çi ye û Rêber Apo nas nedikirin. Tenê dizanîn ku hin kes ji cihekê hatine û dixwazin wana rizgar bikin. Lewre vê hêviyê hêzek mezin da gel. Di dema rizgarkirina gel, rawestandina fermanê û vekirina rêya mirovî de gelek heval şehîd bûn.

Ti hêzekê gel nediparast

Dema êrîşê destpê kir ez li malê bûm. Bi qasê tê bîra min ferman di saet 2’ê nîvê şeva 2’ê Tebaxa 2014’an dest pê kir. Em hemû rabûn û çûne ser ban û me tamaşe dikir. Dema êrîş nêzî bû gule bi ser gelê me dibarî û me fêm kir ku êdî fermanê dest pê kiriye. Me didît ku ji aliyekê ve DAIŞ êrîş dike û ji aliyê din jî pêşmergeyên PDK’ê direvin. Ji bo me pir zehmet bû ku ev xaka em li ser vê mezin bûne li ber çavên me dişewite û agir bi ser de dibare. Hêdî hêdî DAÎŞ nêzîkî me bû. Wê demê navendeke me yê sivîl a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk û Azad a Êzîdiyan (TEVDA) hebû. DAIŞ ji deriyê pêş kete nav avahiyê û endamên rêxistinê jî ji deriyê paşiyê ji avahiyê derketin û xwe rizgar kirin. Di wê demê de ti tişt nedihat bîra mirov. Gel tenê difikirî bê ka çawa xwe bigihîne çiyayê Şengalê û ji fermanê rizgar bibe. Ti hêzekê gel nediparast.

‘Divê em tola xwe bistînin’

Piştî ku gerîla hatin û ciwanên Êzîdî ji bo xweparastinê û YJŞ’ê perwerde kirin, ez jî wê demê tevlî nava refên YJŞ’ê bûm. Min ji xwe re digot ku çi dibe bila bibe, divê em tola xwe bistînin. Me hê nedizanî çek bikar bînin, lê me digot çi dibe bila bibe, divê li rex gerîlayan li dijî DAIŞ’ê şer bikin û tola xwe hilînin. Wê demê hilgirtina çekê erkekî exlaqî û mirovî bû. Wê demê gelek ciwanên Êzîdî rahiştin çekê û li rex hevalan li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Beşek din jî dixwestin çek hilgirin, lê pêşmergeyên PDK’ê rê nedida wan ku çek hilgirin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Pêşmergeyan ji bo ku ciwanê Êzîdî çekê hilnegirin li ciwan xistin û çend ciwan şehîd kirin.”