Endamê Beşa Elaqetan a Malbenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya navçeya Mexmûrê Gazî Feysel der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, metirsiya li ser herêmê bi taybetî ya li ser herêma Mexmûrê, êrîşên dewleta Tirk ya li ser Wargeha Şehîd RustemCûdî (Mexmûr) û metirsiya DAÎŞ’ê ya li navçeyê de axivî.

Mistefa destnîşan kir ku di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de hemû partiyên Kurdistanê û PKK jî di nav de bi hev re li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û got: “Hêzên me, hêzên PKK’ê, yên PDK’ê û hemû partiyên din me bi hev re li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Nabe ku partiyek hikumeta Herêma Kurdistanê bi kar bîne û çavê xwe li çeteyê DAÎŞ’ê bigre û bêjin belê ew welatiyên wargehê ne. Mixabin min li hin ragihandinan bihîst ku pir tund diaxivîn ango welatiyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî biryargeha wan a leşkerî heye û perwerdeyên leşkerî dibînin; baş e kerem bike were û wêneyekî nîşan bide ku wê yekê piştrast bike. Em bi xwe cîranê hevin jî lê tiştekî wiha nedîtiye. Divê welatiyên Başûrê Kurdistanê bizanin ku DAÎŞ li ser mirovatî û hemû cîhanê metirsiye. Hevalên PKK’ê metirsî nînin, yên PDK û YNK’ê metirsî nînin, yên metirsîdar DAÎŞ e. Lê ew metirsiya ku me li gorî daxwaza dagirkeran çêkiriye, wate yek biçe hevkariya dewletekî din bike û yekî din jî biçe bi dewletekî din re be, bi rastî jî divê rewşa wargehê li berçavan bê girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN