Hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. Ew niha bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya Malbata Şenşanyar dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de, xizm û parazvanên Parlamenterên AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û ji malbatê 3 kes kuştibûn. Rûniştina 6´an a doza bûyerê wê di 12’ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ya 3´yan çêbe.
Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar, du kurên xwe Adîl û Celal Şenyaşar ji dest dan, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re, berî rûniştinê, bi daxwaza “edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya malbata Şenyaşar a duh dest pê kiribû, îro di roja sisiyan de dewam dike.
Ferît Şenyaşar, daxuyanî da endamên çapemeniyê û got, “Heya ku kesên bavê min û 2 birayên min kuştin bên girtin, em ê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin.”
Şenyaşar, da zanîn ku ji pêr ve tu rayedaran bi wan re hevdîtin nekirine û got, “Heya ku em encamekê bi dest bixin, em ê hema li vê derê rawestin.”
MA/RIHA