Mala ku Polîtîka neçiyê faşîzm diçiyê

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê şeva piştevaniyê hate lidarxistin. Li şeva ku zêdetirî hezar kesî lê hazir bû, banga,’’Yenî Ozgur Polîtîka dengê heqîqetê ye. Em bixwînin, bidin xwendin û xwedî lê derkevin hate kirin.’’

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / FRANKFURT

Ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê, ku yekane rojnameya Tirkî-Kurdî ye, ku li mişextiyê weşanê dike, li Frankfurtê ya Elmanyayê şeva piştevaniyê hate lidarxistin. Li şevê ku li Saalbauyê hate lidarxistin, xwendekarên me, siyasetmedar, nûnerên saziyên Kurd jî di nav de bi qasî 1000 kesî hazir bûn.

Şev bi rêzigirtina şehîdên çapemeniyê dest pê kir.

Rûmetek e

Di şevê de ku pêşkêşkariya wê rojnamevan Gulîstan Îke kirî, bi navê rojnameyê Mordem Alîşêr axivî. Alîşêr anî zimên civaka Kurd civakeke wiha ye ku ji bo azadiyê têdikoşe, ji bo wan rûmetek e ku endamê civakeke wiha ne û bibin dengê azadiya wê û heqeqîta wê ava bikin.

Polîtîka dengê rastiyê ye

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ku li şevê hazir bû, bi zaravayê Kurdî Zazakî axivî. Uçar bal bire ser giringiya ziman, diyar kir ya ku zimanekî li ser piyan digire gel e û Kurdan ti caran dev ji vê têkoşînê neqeriyane, li çar parçeyên Kurdistanê, li mişextiyê jî zimanê xwe zindî hiştine. Uçar her wiha got Yenî Ozgur Polîtîk dengê rastiyê ye û banga xwedîlêderketinê kir.

Keda aboneyan pir zêde ye

Ji xebatkara rojnameyê Songul Çelîk kulîlk dane aboneyên herî kevn ên rojnameyê Kîbar Kamalak, Aynur Nazlikul, Huseyîn Çolan, Omer Koyuncuer û Adem Yavuz û rojnamvanên bi dildarî Zahît Ekîncî û Nîhal Bayram. Çelîk diyar kir heke rojname heta bi van rojan hatibe kedeke mezin a aboneyan û nûçegihanan heye û malavayî li aboneyan, nûçegihanan kir.

Em qelema şehîdan li erdê nehêlin

Ji aboneyên rojnameyê Aynur Nazlikul û Kîbar Kamalak xwestin ku her kes bibe aboneyê rojnameyê û qelema şehîdan li erdê neyê hiştin û malavayî li kedkarên rojnameyê kirin.

Mala bê Polîtîka ji faşîzmê re vekiriye

Omer Koyuncuer ê ku 32 salan li mişeftiyê dijî û ev 27 sal in aboneyê rojnameyê ye, got,’’Mezinên me digotin,’Mala ku roj nekeviyê doktor dikeviyê’. Ez jî dibêjim,’Mala ku Ozgur Polîtîka nekeviyê, faşîzm, paşverûtî û dijminatiya li jinan dikeviyê. Ez bang dikim ku her kes bibe aboneyê Ozgur Polîtîkayê.’’

Em serbilind in

Rojnamevan bi dildarî Nîhal Bayram jî ku tevlî şevê bûbû got,’’Dema ku mirov xelekek ji rêça çapemeniya azad be, ev tê maneya ku mirov kedkarê vê civakê ye. Rojnameya me rûmeta me ye, em pê serbilind in.’’

Ji bo kedkarên çapemeniyê strandin

Li şevê her wiha hunermend Beser Şahîn, Erdem Pancarcî û Koma Çarnewa hazir bûn û bi stranên xwe reng dane şevê. Hunermendan stranên xwe ji bo rojnamevan û stranbêjên li girtîgehan û ji bo kedkarên çapameniyê k udi rêça çapemaniya azad de cana xwe ji dest dane, strandin. Gelek Kurdistaniyên li derdora Frankfurtê dijiyan ji bo piştevaniya li şeva rojnameyê li malên xwe xwarin çêkirin û anîn şevê. Zahîde û keça wê Bengî ku piraniya xwarinê hazir kiribûn û di firotina xwarinê de rola wan zehf bû, banga xwedîderketina li rojnameyê kirin.

Standa Memyanê hate danîn

Her wiha li şevê, standa Weşanxaneya Meymanê jî hate danîn ku eleqeyeke zêde lê hebû. Bi standê re Weşanxaneyê pirtûkên nû û berê û xwendeyên pirtûkan gihandin hev. Li şeva bi kêf û coş li ber stranên hunermendan govend hate gerandin.

Foto: DENİZ BABİR/OSMAN ÇAKIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.