Parlamenterê serbixwe yê li parlementa Tirkiyê Ahmet Şik, di rapora xwe ya der barê avêtina gundiyan a ji helîkopterê de cih da van gotinên Osman Şiban “Em ji helîkopterê de avêtin 100-150 leşker bi ser me de hatin û bi kulm û pihînan li me dan”.
Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik, der barê îşkencekirin û avêtina ji helîkopterê ya Osman Şiban û Servet Tûrgût raporek amade kir. Şiban û Turgut di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn binçavkirin û ji helikopterê hatibûn. Parlamenter Şik, rapora xwe li meclisê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.
Rayedarên dewletê neaxivîne
Di destpêka raporê de der heqê bûyerê de agahî hatine parvekirin û rêbaza amadekirina raporê hatiye eşkerekirin. Piştre jî hatiye destnîşan kirin ku Şik bi xwe çûye cihê bûyerê û der barê bûyerê de ji rayedarên dewletê xwestiye ku bi wan re hevdîtin bike lê rayedaran daxwaza wî qebûl nekirine.
Êşkenceyeke dûrî aqilan
Bi Osman Şiban re ku ji helîkoterê hatiye avêtin, hevdîtin hatiye kirin û di raporê de ev hevdîtina ku bi Şiban re hatiye kirin cih digire. Şiban, di hevdîtina xwe de destnîşan dike ku bi Servet Tûrgût re li helîkopterê hatine siwarkirin û di helîkopterê de îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Di dewamê de Şiban, tîne ziman ku ji helîkopterê tên avêtin û li ser zemîneke beton dikevin û piştî vê 100-150 leşker tên ser serê wan û îşkence li wan dikin.
Di raporê qala rojnamevaniya Ajansa Mezopotamyayê jî tê kirin û girtina nûçegîhan Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr tê bibîrxistin ku van rojnamevanan rewş eşkere kiribûn.
MA/ENQERE