Li zindana Tarsûsê tîpa Tʼyê di dema qawîşguherandinê de li Yekta Savaş Delî êşkence kirin. 
Ji ber ku malbatê demekê xeber ji Delî negirtiye, ji parêzer xwestine biçe girtîgehê. Delî, di hevdîtina bi parêzerê xwe de diyar kiriye ku di dema qawîşguherandinê de êşkence lê hatiye kirin. Delî daye zanîn ku di dema qawîşguherandinê de gardiyanan parsûyên wî şikandine, ser çavê wî werimiye û car carinan jî xwîn ji pozî wî tê û hîn jî li ser çavê wî şûna derban heye. Wî birine revîrê lê belê wî neşandine nexweşxaneyê.
Dayik Gullur Delî, xwest demildest êşkenceya li kurê wê hatiye kirin bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên darizandin. Dayikê diyar kir ku ew ê gilî bikin û da zanîn ku kurê wê jî gilî kiriye.

MA/BATMAN