Li Zambiayê kolera belav dibe

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Çile 2024 - 16:06

Li Zambiayê ji ber hêla kolerayê di nav 24 saetan de 12 kes mirin. Heta niha 374 kes ji ber hêla kolerayê mirine.

Li Zambiayê ji ber hêla kolerayê her ku diçe zêdetir kes dimirin. Wezîra Tenduristiyê Sylvia Masebo ragihand ku ji Cotmeha 2023’yan û wir ve 45 ji 100’î yê welêt ketiye ber tesîra kolerayê.

Sylvia Masebo bi domdarî got, “Van 24 saetên dawî li nexweşxaneyên cihê 363 nexweş hatine dermankirin û hatine şandin.”
Masebo her wiha got ji 1,7 milyon derziyên ku ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatine pejirandin, qismê pêşî yê bi doziya 1,4 milyon standine û ji ber rewşên lezgîn ku tesîrê li herêmên cihê yên welêt dike, ji bo ku ew bi rengekî serketî karibin bersivê bidin, dermanê korelayê yê tê xwarin bi kar tînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.