• HPG: ''Hevrêyê me Rustem Cûdî li gel ku birîndar jî bû bi rojan şer kir, piştî ku cebilxaneya wî qediya, teslîm nebû, ji kendal xwe avêt û şehîd bû.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê ya gerîlayekî li Xantûrê şehîd bûyî ragihand.
Gerîllayê qala wî tê kirin Silêman Mehmûd Hesen bi nasnav Rustem Cûdî ye; li Serêkaniyê ji dayik bûye û 12ʼê Tîrmehê li Heftenînê şehîd bû.
Hevrêyê me Rustem ku mohra xwe li berxwedaneke wiha daniye, ku bi sedan salan wê were vegotin, bûye nîşanek ku pêşiya gerîlayên azadiyê ronî dike. Hevrêyê me ku 2016’an ji Serêkaniyê tevlî nav refên gerîla bûyî di demek kurt de li ser xeta milîtanî kûr bûye bi jiyan û hevrêtiya xwe tim bûye xwedî roleke pêşeng.
Gerîlayên Kurdistanê wê daxwaza dewleta TC’ê ya dagirker di gewriya wê de bihêlin, mîrateya bi rûmet a ku şehîdan hiştî di her şertî de lê xwedî derkeve.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Rustem ê şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û sond dixwin ku em ê xeta lehengiyê ya hevrêyê xwe Rustem serfiraz bikin.’’

ANF/BEHDÎNAN