Li Wanê konsera Rastak û Hevra 

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:31

  • Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi ser navê "Konsera Gel" konserek organîze dike ku koma navdar Rastak û koma Hevra dê bi hev re derkevin ser dikê.


Koma Rastak di sala 1997'an de hatiye avakirin, ji kurdên Rojhilat pêk tê û komek navdar e. Rastak bi muzîka xwe li nav kurdan cihek taybet girtiye, ew ji bilî kurdî bi farisî jî distrê.
Koma din a di konserê de cih bigire jî Koma Hevra ye. Hevra van salên dawî li nav ciwanan derketiye pêş.

Konsera wan 27'ê vê mehê saet 19.00'an de wê li Kent Meydani ya Wanê li dar bikeve. WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.