HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 2'ê Tîrmehê li Wanê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Welat, Kendal, Azad di vê dema dîrokî de li dijî artêşa TC a dagirker bi lehengî şer kirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku 2'ê Tîrmehê li qada Axula ya navçeya Payîzava ya Wanê, di tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker de di navbera hêzên me û dijmin de şer qewimî. Di vî şerî de hevalên me Tahsîn Genez bi nasnav Azad Serhat ê li Wanê ji dayik bûye, Îlyas Dûran bi nasnav Kendal Îbrahîm ê li Colemêrgê ji dayik bûye û Firat Goren bi nasnav Welat Malazgîrt ê li Mûşê ji dayik bûye, 2ʼê Tîrmehê şehîd bûn.
Hevrêyên me Welat, Kendal û Azad her yek ji wan ji herêmên cuda yên Kurdistanê ne, bi welatparêziya Kurdistanê mezin bûne û her demê dagirkeriya li ser Kurdistanê, zilma li ser Kurdan hîs kirine. Hevrêyên me ku ev rastiya dagirkirinê û mêtingeriyê dîtine tevlî nava refên serfiraziya Têkoşîna Azadiyê bûne. Hevrêyên me Welat, Kendal û Azad bi lehengiya li dijî artêşa dagirker û bi helwestên xwe yên fedayî yên Apoyî fermanê didin me ku em di rêya serfiraziyê de bibezin.
Li ser vî esasî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz hemûyî re dixwazin û em sond dixwin, em ê keda şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.''

ANF/BEHDÎNAN