• "Li şûna grevên birçîbûnê yên li zindanan, divê xeteke aktîf a çalakiyan bê afirandin."

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Berbihîv Amed grevên birçîbûnê yên li zindanan nirxand û got, "Ya rast ew e ku bi rêbazên cuda li ber xwe bidin. Li şûna grevên birçîbûnê yên li zindanan, divê xeteke aktîf a çalakiyan bê afirandin."
Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Berbihîv Amed li ser zext û zordariya li zindanan ji ANF'ê re axivî. Berbihîv Amed got, "Li gorî raporên Wezareta Edaletê, li girtîgehên Tirkiyeyê di nava 13 salên dawî de 2 hezar û 300 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek tê wê wateyê ku salane li derdora 170 kes, mehane jî 15 girtî jiyana xwe ji dest didin. Yanî ne rewşeke welê ye ku rewşeke carna rû dide. Her kesê ku xwe weke mirov dibîne bi vê hejmarê dikare şok bibe. Di nava 13 salan de hema bêje her du rojan carekê girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dide.
Her wiha li gorî daneyên Wezareta Edaletê di rewşa heyî de 620 girtiyên nexweş hene, rewşa 200 ji wan giran e. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a li ser heman mijarê, 1334 girtiyen nexweş hene ku Saziya Tipa Edlî rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' da 458 ji wan. Yanî gotina 'bi hezaran girtiyên nexweş di nava metirsiya mirinê de ne' ne gotineke propagandayê ye."

Xeleka jiyanê çêkin

Têkildarî têkoşîna li dijî êrişkariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li zindanan Berbihîv Amed got, "Barê dikeve ser milê saziyên li derve û malbatên girtiyan ew e ku polîtîkaya dewletê eşkere raxin pêş çavan û rûyê rast ê dewletê teşhîr bike. Bi hezaran rê û rêbazên vê yekê hene. Ji ber ku ya tê xwestin bê veşartin rûyê qirêj e. Berpirsyariya insanî, wijdanî, polîtîk, exlaqî ya civakê ye, bi taybetî ya jinan e ku vê zilmê û bêhiqûqiyê qebûl nakin. Çalakiya herî bedew û rast jî çalakiya ji bo azadiya girtiyên siyasî ye.
Rojên dawî ji ber şert û mercên zindanan li girtîgehên Osmaniye, Hîlwan û Mêrdînê girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Em çalakiyên bi vê rêbazê rast nabînin. Bi dîtina me divê bi rêbazên cuda yên berxwedanê tevbigerin. Jixwe li şûna ku hevalên me yên li zindanan bikevin greva birçîbûnê, divê yên li derve xeteke aktîf a çalakiyan biafirînin. Ji girtîgehan timî nûçeyên li ser mirina girtiyan tên. Gelo hîn çi maye ku em ji dest bidin. Girtin be ku ji xwe pêla girtinê dewam dike. Mirin be her roj em tên kuştin. Em bang li malbatên girtiyan û gelên xwe dikin ku li dora zindanan xeleka jiyanê ava bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN