Li Stewrê panela ‘Wêje û Mirov’
Yekşem 18 Çile 2026 - 16:00

Komeleya Wêjekarên Kurd a Mêrdînê bi hevkariya DEM Partiyê li avahiya DEM Partiyê ya Stewrê ya Mêrdînê panela bi navê “Wêje û Mirov” li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê nivîskar Feratê Dengîzî kir de siyasetmedar Gulseren Yildirim û helbestvan Sabrî Vûral axivîn. Endam û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, DEM Partiyê û gelek kes beşdarî panelê bûn.
‘Ziman bingeha hemû nirxan e’
Di panelê de ewilî siyasetmedar Gulseren Yildirim axivî. Gulseren Yildirim diyar kir ku hezkiriyeke zimanê xwe yê dayikê ye û wiha got: “Ji ber ku ez dizanim ziman bingeha hebûna mirov e, bingeha hemû nirxan e. Çand, stran, wêje hwd. Heke fikr û ramanên mirov ne bi zimanê mirov bin, mirov bi zimanê xwe stranan, helbestan hîs neke wêje çênabe. Mirov bi wêjeyê dikare zimanekî xweşik û exlaqî biafirîne. Gotinên xweş lê ruhê kurdewar. Êş û xweşiyên civaka xwe bikare pê bihûne. Wêje ew e ku mirov bikare civaka xwe bi êşên xwe bindestiya xwe bihesîne. Bi dilê kurdewar bi pirsgirêkên xwe yên civakî xwedî derkeve.” Gulseren Yildirim bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li Kurdistanê tên meşandin û bandora wê.
‘Tu helbest qasî helbesteke Kurdî bandor nake’
Helbestvan Sabrî Vûral jî derbarê helbest û çîrokê û bandora wan a li ser civakê de axivî. Sabrî Vûral ji helbestvanên cîhanê jî mînak rêz kirin û destnîşan kir ku tu helbest qasî helbesteke Kurdî bandor li wî nekiriye. Sabrî Vûral piştî axaftinê helbestek jî xwend.
Bername bi pirs û bersivan û klamên dengbêj Fesîh Akgul bi dawî bû.
AW/MÊRDÎN
* * *
Pêşangeha netew û xaka yekparçeyî
Bi tevlîbûna 15 şêwekaran ku piranî jinin, pêşangeheke şêwekarî taybet li bajarê Silêmaniyê vekirin. Şêwekaran bi rêya tabloyên xwe bal kişandine ser pirsa netewî û yekparçeyiya xaka Kurdistanê.
Li Galaeriya Emnesûreke ya Silêmaniyê bi pêşengtiya Saziya Şinebayî Xak pêşangeke ku bi tevlîbûna 15 şêwekarên pispor hate vekirin. Di vê pêşangehê de 13 şêwekar jin bûn.
Di pêşangehê de gelek tabloyên hunerî hatin nîşandan ku piranî li ser nasnameya neteweyî bû.
Endama Saziya Şinebayî Xak Hensik Mihemed têkildarî pêşangehê ji Rojnewsê re axivî û got: “Ji bo me pir baş bû bi destpêkirina sala nû re pêşangehekê vekin. Armanca me ji vê yekê nîşandana kêrhatiyên xwe bûn. Di vê pêşangehê de zêdetir me girîngî daye hunera netewî û pirsa welat.”
Şêwekara bi navê Direxşan Xidir jî axivî û got: “Bi 4 tabloyan tevlî xwepêşandanê bûme. Tabloyeke min nexşeya Kurdistanê ye. Dixwazîn ji neyarên xwe re bêjin ku Kurdistan yeke nabe çar.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ
***
Ji zarokîstanê ‘navbereke kin’
Ji bo xwendekarên biçûk ên ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerde dibînin, merasîma karneyan hat li xistin. Xwendekarên Zarokistana Perperike û Xalxalokê piştî pêvajoya serkeftî ya xwendinê ya 2025-2026an, bi wergirtina karneyên xwe xatir ketin betlaneya serdema navîn.
Di merasîma ku li Zarokistanan pêk hat de, Cîgirê Hevşaredaran, rêveberên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, mamoste û malbatên xwendekaran zarok bi tenê nehiştin. Zarokên biçûk bi kelecanek mezin karneyên xwe ji destê endamên protokolê wergirtin.
Xwendekar dê 2 hefteyan betlaneyê bikin.
AMED







