Li Stenbolê ji bo şehîd taziye

Duşem 2 Çile 2023 - 03:13

Ji 11 gerîlayên HPG û YJA Starê ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn, Sefkan Adar (Îsa Kûrtay) li Başakşehîra Stenbolê şîn hat danîn.

Şîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Başakşehîrê hat danîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Kesên Jiyana Xwe ji Destadane ya Anatolyayê (ANYAKAYDER), malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin û endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê tevlî şînê bûn. Di şînê de dirûşmeya “Bîji Serok Apo” hat berzkirin.  

Di şînê de sînevîzyona ku behsa gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê yên di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bûne hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê mewlûd hat dayîn.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.