Xwepêşandêran li Siweydayê, dagirekriya Tirk a li Efrînê red kir û slogana “Berxwedan jiyan e” got.
Xwepêşandanên li Siweydayê ev 9 roj in dewam dikin. Xwepêşandêr banga başkirina şert û mercên jiyanê, hilweşandina rejîma Beesê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî dikin.
Di xwepêşandanên pêr û pitirpêr de li ser dovîzan “Berxwedan jiyan e” jî bi zimanên Erebî û Kurdî hat nivîsandin. Xwepêşandanan bi vî awayî dagirkeriya Tirk a li Efrînê red kir.
Rojnameyên Erebî jî behsa xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê kir. Bi wê re rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de destnîşan kir ku xwepêşandanên gel fireh dibin û metirsiya hikûmeta Şamê zêde dibe.
Rojnameya Şerq el-Ewset jî bal bire ser desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya ji bo xwepêşandanan û got, ew ê tesîreke berfirehker li xwepêşandanan bike.
NAVENDA NÛÇEYAN