Li ser wesiyetê li Baxlerê hat veşartin

Duşem 22 Gulan 2023 - 01:10

Yek ji Apoyiyên pêşîn, Mehmet Emîn Armûtlû, li Parîsê di emeliyata dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesiyeta wî, cenazeyê wî li Amedê hat veşartin. 

Mehmet Emîn Armûtlû di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de li Tirkiyeyê hat girtin û 20 salan di hepsê de ma. Armûtlû di 19'ê Gulanê de li Parîsê di dema emeliyata dil de jiyana xwe ji dest da.

Armûtlû ji sala 200´ê û vir ve li sirgûnê dima. Tenduristiya wî di van salên dawî de xirabtir bûbû.

Cenazeyê Armûtlû li ser wesiyeta wî li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baxler a Amedê hat veşartin.

Endam û rêveberên Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekîtiyê ya bi Malbatên Li Deşta Şaristanan de Xizmên Xwe winda kirine (MEBYA DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya 78’an a Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Demokrat Partiya Herêman (DBP), Partiya Çep a Kesk jî û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.