Li ser behemên Ocalan xwendina aktîv

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:38

  • Bi çarçoweya pêngava,’’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ li taxa Eşrefiyê ya Helebê Komîteya Meclîsa Şehîd Cengîz pirtûkên Rêber Ocalan dixwîne. 

Endamên Komîteyê diyar kirin li ser pirtûkên Rêber Ocalan hewceyî bi xwendineke hûr û dûr heye, ew ne ku bi rengekî pasîf tenê dixwînin lê her wiha nîqaş dikin. 
Li Eşrefiyê 20 endamên Komîteya Meclîsa Şehîd Cengîz rojên pênçşeman her roj du saettan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin. Endamên Meclîsê halê hazir pirtûka 5’an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê ’Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ û nîqaşên li ser navaroka wê didomînin.
Di xwendinan de yek ji xala ku derketî pêş ew e ku siyaseta pergala serdest û modernîtey kapîtalîst sedemên aloziyan e û her wiha bi qanûnên ku têne derxistin û paşguhkirina rola exlaqê alozî girantir dibe. Her wiha giringiya projeya neteweya demokratîk jî derkeve pêş.

Hewceyî bi xwendineke hûr heye
Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Şehîd Cengîz Cemîle Dada têkildarî girîngiya xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan got: "Me bi pirtûka Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk dest pê kir. Sedema hilbijartina vê pirtûkê ew e ku pêdiviya rewşa heyî bi şîrovekirineke hûr û kûr li ser dîrok û hebûna me heye. Her wiha pirtûk balê dikişîne ser rêbazên sekna li hember siyasetên modernîteya kapîtalîst a ku şêweya rêvebirina civakan wêran dike."

Xwendineke aktîv tê kirin
Cemîle Dada anî zimên perwerde ne tenê xwendin e, lê belê nîqaş û pirs jî tên kirin, bi armanca ku pratîkbûna wê bi awayekî rast were fêmkirin û pêk anîn û  ev weke nîşaneya beşdarbûna aktîv bi nav kir.

Divê ev proje pratîze bibe
Her wiha rêveberê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Şehîd Cengîz û yek ji beşdarên xelekê Henîf Îbrahîm got: "Ne pêkan e dewletên kapîtalîst xizmetî gel û civakan bikin. Divê em bizanin ku projeya neteweya demokratîk azadî û mafên me ji me re dabîn dike. Ji lew re divê em wê projeyê bi awayekî aktîv bixin pratîkê."
NESRÎN ŞÊXO ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.