Li Şengalê komxebata Ocalan

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:36

  • Li Şengalê bi tevlêbûna 60 kesayetên Êzîdî, Ereb û Tirkmen di salvegera 26’an a Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê de li ser paradîmaya Rêber Abdullah Ocalan bi navê ‘’Li hemberî krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan" komxebet tê kirin. Di komxebatê de hate gotin ji bo Iraqê û Şengalê çareserî neteweya demokratîk e.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Şengalê Qasim Murad di komxebatê de anî ziman di vê serdemê de jiyan, civak, şer û siyaset li ser du lingên esasî dimeşe, yek ji van demokrasiya rasteqîn e, ya din jî sîstema serdest e ku ji aliyê hêzên hegemon ve tê birêvebirin.

Çare neteweya demokratîk e
Murad destnîşan kir pergala berdest gelan di nav xwe de dihelîne û tenê bi projeya neteweya demokratîk û azadiya gelan ku Rêber Apo ev daniye mirov dikare pêşî li vê helandina gelan bigire û got,’’Ji bo vê rêya çareseriyê bifetisînin, hêzên hegemon bi hev re di nava planan de ne."

Divê azadiya Ocalan mîsoger bikin
Di berdewama axaftina xwe de Murad Kompoloya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya bi destê hêzên hegemon ve ya li ser Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir hêzên navnetewî piştgirî didin tecrîda li ser Ocalan û wiha mafê mirovan binpê dikin. Murad got,’’Bi rastî jî dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, divê ji aliyê fîzîkî ve azadiya Rêber Apo misoger bikin. Rêber Apo sembola aştiyê ya hemû cîhanê ye."
Murad got ramanên Ocalên li tevahiya cîhanê berbelav bûne û xwest ku daxwaza gelan a ji bo azadbûna Ocalan were bicihanîn.

Şengal ji pergala dewletî ti xêr nedîtiye
Di konxebatê de Qasim Murad rewşa berdest a Şengalê bi bîr xist, diyar kir rewşa hemû pêkhateyan li Şengalê li ber çavan e, weke gelên Iraqê û bi taybetî Şengal ti xêr ji pergala rêveberiya dewletî nedîtiye û got,’’Ti mafên me nehatine dayin. Em jî neçar in ji xwe re li rêya çareseriyê bigerin, ji bo xwe ji ferman û zilmê rizgar bikin. Şengal bi sîstema neteweya demokratîk gavên mezin diavêje. Eger em ewqas kesayet karin bi hev re krîza desthilatdariyê binirxînin, hingî ev yek gaveke mezin e ber bi yekîtiyê ve ye."
Beşdarên komxebatê jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û ji bo xurtkirina sîstema neteweya demokratîk pêşniyarên xwe kirin.
Komxebat bi nirxandin û nîqaşan dewam dike.
ROJNEWS/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.