Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand, li navçeyên di jêr desthilata rêveberiyê de 6 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronayê (COVID-19) hatin tomarkirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, doh bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 kesên din li herêmên wan bi vîrusa koronayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her 6 haletên nû li Herêma Şehbayê ne, ku dikeve bakurê Helebê û başûrê rojhilatê Efrînê.
Bi amarên nû re hejmara kesên ku heta niha li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser bi koronayê ketine, bû 144 kes.
Herwiha heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser 7 kes ji pêketiyên koronayê heta niha mirine.

QAMIŞLO