Li Şedadê 2 DAIŞ’î hatin girtin

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:38

  • Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Navxwe ragihand ku li Şedadê 2 DAIŞ’î hatine girtin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Navxwe li ser malpera xwe têkildarî çalakiya li Şedadê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê hate gotin, "Dezgeha Ewlekariya Giştî di berdewamiya şopandina şaneyên DAIŞ’ê de, agahî li ser 2 kesan bi dest xistin ku ji bo rêxistina terorîst a DAIŞ`ê, fikra tekfîrî û îdeolojiya terorîstî di nav civakê de belav dikin.
Piştî komkirina delîlên ku tevlêbûna wan îsbat dikin, cihê wan diyar kirin, hêzên me yên taybet ên HAT’ê duşemê (16’ê Îlonê), li bajarokê El Erîşa yê bajarokê Şedadê bi ser cihê her du çeteyan de girt û di lêgerînê de ev tişt hatin dîtin: Çekeke kalaşnîkov û 2 cercûrên wê, 20 telefon, demançeyek û 2 cercûr, laptopek, tivingeke nêçîrê, rextek, 6 mermiyên çîfteyê, 200 dolarên amerîkî û 430 hezar lîreyên Sûriyeyî. ANHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.