- HPG: "Hevrêyê me Bariş Tektaş ê bi nasnav Çiya Amed ê li Amedê ji dayik bûye, heta bi guleya xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kir û şehîd bû."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Heftanîn, Çelê û Bagokê li dijî hêzên dagirker çalakî kirine. HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di êrişa esmanî ya li Avaşîn de şehîd bûbû jî eşkere kir.
HPG’ê li ser çalakiyên gerîla got: “25'ê Tîrmehê, li Girê Şehîd Adar li dijî dagirkeran çalakiyeke suîkastê hat kirin, eskerek hat cezakirin.
Helîkoptêra êrişê ya tîpa kobra ku hewl dida dehma Tepê Dûpişk bombe bike hêzên me gulle lê reşandin, derb lê dan û kirin ku ji qadê dûr bikeve.
27'ê Tîrmehê, hêzên gerîlla li Çelê ya Colemergê li dijî Qereqola Tepê Sor çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li stare û kozikên dijmin hatin xistin, du kozik hatin rûxandin.
Eynî rojê hêzên me dîsa qereqola Deştanê ya Çelê kirine hedef. Di ve çalakiyê de strareyên li qereqolê bûne hedef, lê di van herdu çalakiyan de hijmara leşkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, diyar nebûye.
1'ê Tîrmehê li herêma Avaşînê li Tepê Xwedê û Tepê Bayrak di navbeyna yekîneyên me û artêşa TC'ê ya dagir de şer çêbûye. Hevrêyê me Bariş Tektaş ê bi nasnav Çiya Amed ê li Amedê ji dayik bûye, heta bi guleya xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kir û şehîd bû.
Di serî de sersaxî ji malbata hevrêyê me Çiya, ji gelê welatparêz ê Kurd hemûyî re dixwazin, soz didin ku em ê keda hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin.
ANF/BEHDÎNAN