Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej

Şemî 25 Adar 2023 - 00:25

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê vê sibehê bi pileya 5.6 erdhej pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin girtin di erdhejê de bi kêmanî 6 kes birîndar bûn û zirar gihişte hinek malan. Ji ber erdhejê av û elektirîka gelek gundan qut bûn. Hate ragihandin ku li Selmasê jî malek ya gundiyekê hilweşiyaye.

Erdhejê bandor li Tewrêz, Urmiye û derdora wê jî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.