• Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11’ê Hezîranê wê hilbijartina xwecih bibe. Cara pêşî ye ku wê pêvajoyeke hilbijartinê ya zelal û demokratîk bibe. Li 7 kantonan ji bo 133 şaredariyê ji 2,5 milyonî zêdetir hilbijêr ji bo hevşaredar û endamên meclîsê hilbijêrin wê biçin ser sendoqan.

REWŞAN DENİZ / QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11’ê Hezîranê wê hilbijartin çêbibe. Li 7 kantonan bi giştî ji bo 133 şaredariyan ji 2,5 milyonî zêdetir hilbijart ji bo ku hevşaredar û endamên meclîsê kifş bikin wê rayên xwe bidin. Kesê ku raya xwe bide yan divê ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê be an jî bi kêmanî divê ji 5 salan û wir ve li ser van xakan jiyabe.
Hevseroka Lijneya Hilbijartina Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Ibrahîm diyar kir ku cara pêşî wê pêvajoyeke hilbijartinê wiha zelal û demokratîk sazkar bikin û got heke bixwazin saziyên navnetewî û herêmî weke çavdêr dikarin hilbijartinê bişopînin. Rûken Mele Ibrahîm got pergala hevseroktiyê şert û pîvana wan a sereke ye û got,’’Her saziya di bin sîwana rêveberiya xweser de divê pergala hevseroktiyê ji xwe re esas bibîne. Ev pîvan ji bo rêveberiya xwecih jî wiha ye.’’

Divê 18 salî û 5 salan li vir jiyabin
Ibrahîm diyar kir Qanûna Rêveberiya Xwecih kifş kiriye bê ka kî dikare bibe namzet, kesên namzet divê bi kêmanî 18 salî bin, yan ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê bin an jî bi kêmanî 5 salan li ser van xakan jiya bin, divê ti sûcê wan nebe.

Rûxsetgirtî tevlî hilbijartinê dibin
Ibrahîm her wiha destnîşan kir hemû partiyên ku ji Rêveberiya Xweser ruxset standine dikarin, kes û partiyên tifaqê yên li gorî Qanûna Rêveberiya Xweser dikarin tevlî hilbijartinê bibin.

Serê 2 salan hilbijartin
Rûken Mele Ibrahîm diyar dike hilbijartin sere 2 salan carekê wê bêne kirin,ji ber vê, kesên ku hatine hilbijartin ji bo 2 salan wê li ser kar bimînin.

Hevseroktî bivênevê ye
Ibrahîm diyar kir şertê wan ê sereke pergala hevseroktiyê ye, çi sazî û dezgehên li Rêveberiya Xweser divê pergala hevseroktiyê xwe li ber xwe deynin, ev ji bo rêveberiya xwecih jî wiha ye. Ibrahîm got,’’Pergala me wekheviya bêkêmasî ya di navbeyna jin û mêr de li ber xwe datîne. Di navbeyna van du zayendan de kotaya wekhev a bi rêjya 50 ji 100’î hate diyarkirin. Ev pîvan her wiha ji bo pêkhateyên meclîsê yên ku hatine hilbijartin jî wiha ye. Dema ku meclîs hate diyarkirin di navbeyna jin û meran de wê wekheviya bêkêmasî esas were dîtin û endam li gorî vê werin diyarkirin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê pîvan ev e û ev her wiha yek ji pîvana esasî ya neteweya demokratîk e. Ango heke meclis wê ji 40 kesî pêk were 20 ji van wê mêr û 20 jê wê jin bin. Li hemû şaredariyan w3e ofîsên jinan hebin. Lijneyên Rêveberiyê jî mînak ku ji 4 kesan pêk werin wê 2 ji van mêr û 2 jê jin bin. ‘’

Bi kêmanî 2,5 milyon hilbijêr
Ibrahîm got ew hijmara nifûsê ya sala 2022’an esas digirin û diçine hilbijartinê, li gorî wê hijmarê 2,5 milyon hilbijêr hene, rêveberiya xwecih ji bo ku kesên ku bikaribin ra bidin tespit bike di bin banê komunên taxê de xebatên belavkirina pusulayan dike, bi vê rêyê wê karibin hijmara hilbijêrên ku zêde bûne tespit bikin, ev xebat hê neqediyane lê ku qediyan wê hîn bibn bê ka hilbijêr ji 2,5 milyonî gihaştine çi qasî.

Li her adrêsê sendoq
Ibrahîm her wiha diyar kir wê li hemû adrêsên ku ji bo hilbijartinê hatine diyarkirin sendoq werin danîn, hibijêr wê hem hevşaredaran û hem jî endamên meclîsê hilbijêrin, ji ber vê jî li ber destê her hilbijêrî wê du pusula hebin.
Ibrahîm her wiha got ji bo ku ra neşewite divê li ser pusulayê tenê mohrek hebe, li qabîneya diyarkirî divê raya xwe hazir bike û bavêje sendoqê.

Mafê kêmaran parastî ye
Ibrahîm diyar kir nasnameyên etnik û azadiya jinê, li gorî sînorên wekheviyê yên ku heq kirine tevlî nav pergalê dibin û hemû heqê wan ji alî yasa û destûrê ve têne parastin. Ibrahîm got,’’Li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind pergala hevseroktiyê heye. Nasnameyen etnik, kêmaran jî bi eynî rengî têne parastin.’’

Li 7 kantonan hilbijartin
Rûken Mele Ibrahîm bi berdewamî anî zimên ku ji herêmên Rêveberiya Xweser weke 7 kantonan hatine diyarikrin, her kanton xwedî meclîsa rêveber û hevserok e, meclîsên bajêr û navçetan hene û niha jî yasaya meclîsan a bajêr û navçeyê têne hazirkirin. Ibrahîm got,’’Rêxitiniyeke ji komunan dest pê kir^iheye. Li gorî Peymana Civakî meclîsên bajaran û rêveberiya kantonan dixebitin.’’
Ibrahîm bi berdewamî destnîşan kir piştî ku serlêdanan namzetên temam bûn û ji alî Lijneya Hilbijartina Bilind ve hatin qebûlkirin wê pêvajoya propagandayê dest pê bike, divê her kes li gorî ûsûla propagandayê ya ku ji alî Lijneya Hilbijartina Bilind ve hatine diyarkirin tevbigere.

Derî ji çavdêran re vekiriye
Rûken Mele Ibrahîm her wiha got deriye wan ji çavdêran re vekiriye û got,’’Çi kesê ku dixwaze weke çavdêr hilbijartinê bişopîne, deriye me ji wan re vekiriye. Saziyên navnetewî û herêmî ku bixwazin werin, derî vekiriye. Dixwazim dîsa bi rêya we bang bikim. Hin aliyan li ser vê mijarê bi me re axivîn lê halê hazir bi fermî ti saziyeke navnetewî ji bo çavdêrbûnê serî li me nedaye.’’

Em ê pêvajoyê bibin serî
Rûken Mele Ibrahîm herî dawî wiha got:’’Cara pêşî ye ku wê pêvajoyeke wiha zelal û demokratîk bibe. Li ser herêma me gefên giran hene. Hê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê didomin. Ambargoya aborî heye lê li gel van aliyan jî em dixwazin bi rengekî serkeftî vê pêvajoyê bibin serî.’’ NAVENDA NÛÇEYAN