Çend kesên ji girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker xwe xelas kirin, dan zanîn ku kesên hatine revandin, îşkence li wan tê kirin û piştrast kirin ku di girtîgehê de gelek revandî hene.
Malbatek ku ji 5 ferdan pêk dihat û 2 ciwan, ji Efrîna dagirkirî xwe xelas kirin. 3 kes ji wan di girtîgeha çeteyên artêşa Tirk a Efrînê û herêmên Bab û Ezazê de mane‫.‬
‬Van kesan ji bo ewlehiya malbatên xwe yên li herêmên dagirkirî navên xwe eşkere nekirin û da zanîn ku artêşa Tirk li dijî sivîlan sûc dike‫.‬
Li aliyekî din jî behsa hovîtiya di girtîgehê de li dijî wan dihat meşandin, kirin û destnîşan kirin ku gelek kesên revandî di girtîgehan de ne û tawanên ji rastiyê dûr li dijî wan hene‫.‬
Kesên ji girtîgehan reviyane eşkere kirin ku 15 jinên ji Efrînê di girtîgeha çeteyên dagirkeriyê de ne û bi tawana ku têkiliyên wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re heye, hatine revandin. Navên hin ji wan wiha ne‫:‬
Emîna Bekir Siltan (27) û zaroka wê ku ji navçeya Şiyê ne, Fatima Xelîl Osman (23), Şemsa El-Hemed (30) ji gundewarên Helebê, Texrîd Dilonî (19) ji navçeya Til Rifetê, Raniya Mihemed Xelîl (43) û keça wê (3) ji gundê Qiçîmo yê navçeya Cindirêsê, Iwêşa Şeqîr (50) ji Tebqayê, Fîdaa Mihemed (25) û zaroka wê, Fedwa Mihemed (45), Menal Hesna (40) ji Minbicê‫.‬

ANHA/ŞEHBA