• Dewleta Tirk a qirker û înkarker 29ʼê Cotmehê li Geverê Şeralî Derelî (61) kuştin. Kurê wî qala bûyerê kir û got; “Em dixwazin kujer bêne cezakirin.”

MUJDAT CAN
MA/COLEMÊRG

Çeteyên dewleta Tirk ên weke esker têne binavkirin li gundê Awyan ê Geverê di 29’ê Cotmehê de kurdê bi navê Şeralî Derelî kuştin. Kurê Şeralî Sultan Ali Derelî, bi xem û bi hêrs qala kuştina bavê xwe kir û got: “Ewil li bavê min xistin û piştre bavê min bi hovî kuştin. Eskeran hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin.” 
Eskerên Artêşa Tirk a dagirker, qirker û înkarker li gundê Awyanê yê Gevera Colemêrgê di 29’ê Cotmehê de kurdê bi navê Şerali Dereli (61), 50 metre nêzî goma wî ya sewalan kuştin. Piştî kuştina Derelî kurê Derelî Sultan Ali Derelî nerazîbûna xwe bi hêrs anî ziman û got: “Em 5-6 malbat li gund dimînin. 29’ê Cotmehê bavê min wekî her carê hesp birin goma 50 metre dûrî malê. Hesp xistin gomê. Wê rojê dîsa saet li dora 18.00’ê êvarî hesp birin gomê. Eskeran li wir gulle li bavê min reşandin. Eskeran bavê min, hesp û canî bi hev re qetil kirin. Ev hovîtî ye.” 
Sultan Alî Derelî wisa qala bûyerê û kuştina bavê xwe kir: “Min û diya xwe xwest em biçin cihê bûyerê. Lê eskeran destûr neda me. Eskerê serbaz got ‘Eskerek birîndar e’ û destûr neda me. Dema min xwest biçim hêj bavê min sax bû. Dema bavê min sax bû li wî xistin. Ewil li wî xistin û piştre qetil kirin. Piştre li me gule reşandin. Piştre em çûn me cenazeyê bavê min nedît. Cenazeyê bavê min ji cihê bûyerê rakiribûn û 100-200 metre dûr biribûn. Bavê min li pêş çavê me qetil kirin. Em ê giliyê sûcdaran bikin. Divê kujerê bavê min bên darizandin.”