Ji 3 parçeyên Kurdistanê hunermendên navdar û komên hunerî tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê dibin. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li her kesî kir.
Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatîn wergirtin, li Binarê Qendîlê, Newroz 21’ê Adarê saet 11:00’an tê pîrozkirin.
Ji 3 parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî pîrozbahiya Newroza li Binarê Qendîlê dibin. Hunermend Diyar Dêrsim, Nasir Rezazî, Jîna Seqizî, Şîlan Osman, Çopî Fetah, Bextiyar Saleh û hinek komên govendê tevlî pîrozbahiyê dibin.
Komîteya amadekar bang li her kesî kir da ku "bi ruhê serketina Gareyê Newrozê pîroz bikin".
NAVENDA NÛÇEYAN