Li Mozambîkê 98 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:14

Li Mozambîkê keştiyeke masîgiran noq bû û zarok jî di nav de bi kêmanî 98 kes mirin.

Diyar bû ji ber baêşa kolerayê  tirs ji gelek malbatan re çêbû û gelek malbat li heman keştiyê siwar bûne.

Di keştiya binav bûyî de gelek ji wan zarok, nêzîkî 130 kes hebûne. Keştî di rêwîtiya ber bi Girava Mozambîkê a li qiraxa Nampûlayê de binav bûye.

Rayedaran şeva Duşemê ragihand ku di encama bûyerê de 98 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran destnîşan kirin ku keştî ji ber barê xwe yê giran binav bûye. Her wiha 3 zarok jî di nava cenazeyên ku hatine derxistin de hene.

Wezîrê Dewletê yê Eyaleta Nampûlayê Jaîme Netoyî got ku piraniya rêwiyan ji ber tirsa baêşa kolerayê xwestine ji herêmê birevin û vê yekê jî rê li ber panîkê vekiriye.

Li gorî daneyên fermî li Mozambîkê ku xizantirîn welatekî cîhanê ye, ji meha Cotmehê heya niha ji ber ava qirêj nêzîkê 15 hezar weqayên nexweşan hatine tomarkirin û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. 

Li Mozambîkê ji ber kanên xaza xwezayî hêvîyeke mezin di nava welatiyan de hebû. Ku ew kanên xaza xwezayî cara ewil di sala 2010’an de li herêma Cabo Delgadoyê hatibûn. Lê belê ji sala 2017’an heya niha li herêmê derxistina xaza xwezayî ji ber êrîşên komên çekdar ên girêdayî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye sekinandin.

Ji destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê heya niha zêdetirî 5 hezar kes hatine kuştin û nêzîkî milyonek kes jî neçar mane koçî deverên cuda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.