Li Meşa Dirêj bîranîna şehîdan

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:43

  • Çalakgerên Meşa Dirêj li Dortmundê ji bo bîranîna şehîdan çalakiyek li dar xistin. Di bîranînê de bang li ciwanan hate kirin ku têkoşîna azadiyê were geşkirin.

Çalakgeran roja sêyemîn a Meşa Dirêj bi dawî kirin û li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Meşa Dirêj a bi çarçoweya ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ sê roj li pey xwe hişt. Piştî roja sêyan a meşê qediya, li Navenda Civaka Demokratîk ji bo şehîdên Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Ji Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Şîlan Pelşîn diyar kir Meşa Dirêj her wiha ji bo şehîd Rûstem, Tavîn, Berjîn, Lecwan, Didar û gelekên şehîdên din e. Pelşîn got,’’Li navenda sîstema kapîtalîst dîtin ku jiyana wê ne hêja ye û berê xwe dan lêgerîna li azadiyê. Meşa Dirêj mîrateya van şehîdên me ye."
Piştre dayika şehîd Ayten Sunger jî got ew ê cîhaneke azad ku xeyala şehîdan bû ava bikin û banga geşkirina têkoşînê li ciwanan kir.
Bavê şehîd, Xoşnav Ata jî destnîşan kir ku ji bo hilanîna tola her şehîdî, bersiva herî bedew a li hemberî dijmin pêşvebirina têkoşînê ye. 
Hozan Comerd ku di heman demê de bavê du şehîdan e, anî ziman ku meşa şoreşê meşa heqîqet û azadiyê ye, meşa şehîdan e. Hozan Comerd ciwanên li ser rêya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dimeşin silav kir.
Piştî axaftinan sînevîzyona ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîdan hate nîşandan.
Rustem Serhed di dawiya bîranînê de axivî û diyar kir ku wê têkoşînê hîn bêhtir bi pêş ve bibin.
Bîranîn bi strana 'Ez şehîd im' a Hozan Comerd bi dawî bû. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.