- Xelkê Kobanê dibêjin, dewleta Tirk a dagirker kûçikên har berdide xaka Sûriyê.
SAMIR OSMAN-UMER MIHEMED
KOBANÊ/ANHA
Ev demek e kûçikên har şêniyên herêma Kobanê gez dikin. Vê carê jî kûçikekî har li gundekî rojavayê bajarê Kobanê êrişî pîremêrekî kir. Şênî dibêjin, dewleta Tirk a dagirker kûçikên har berdide xaka Sûriyê.
Beriya niha kûçikekî har zarokê bi navê Ferhan Elî (13) gez kiribû û ji ber qezê jiyana xwe ji dest da. Mirina zarok li Kobanê deng veda û bû cihê metirsiyê.
Hîn mijara mirina zarok di rojevê de bû, li gundê rojavayê Kobanê kûçikekî har êrişî pîremêrekî kir.
Pîremêrê bi navê Mehmûd Îso ji gundê Sêftikê ye. Gundê Sêfitikê dikeve rojavayê Kobanê. Îso got: “Derengiya şevê bû. Kûçikekî qudûs êrişî min kir, lê min xwe jê xilas kir. Diyar bû ku dev li çêlekê kiribû û çêlek mirar bû.”