Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz di 5 Tîrmehê de, ji bo dertxistina leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başurê Kurdistanê dest bi kampanya îmzeyan kirîbû. Divê çarçoveyê de ciwanan tevî qedexeyan jî heta niha 6 hezar îmze li Kerkûkê kom kirin.
Ciwanan li taxên Îmam Qasim, Şorce, Rahîmawa, Pence Elî, Îskan û Hurriye îmze hem jî Kurdan û hem jî ji Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan berhev kirine.
Ji ciwanan Amed Kerkûkî diyar kir ku wan kampanya piştî ragihandina Pêngava Seferberiya Heftenînê daye destpêkirin. Amed Kerkûkî got, li Kerkûkê ew kolan bi kolan, mal bi mal, dikan bi dikan digerin û hîna îmzeyan kom dikin.
Zagros Xalit jî got, “Em wek ciwanên Kerkûkê helwêsta xwe li hemberî êrişan diyar dikin. Bang li hemû ciwanên Kerkûkê dikim ku li dijî desthilatdarî û dagirkeriya Tirk tev bihevre em çalakiyan bi rêve bibin.”
Arî Germiyanî jî got, “Armanca me ew e ku leşkerên Tirk ji axa Başurê Kurdistan derkevin. Em wek ciwanên Başûr, daxwaza me ji welatiyên Başûr û bajarê Kerkûkê ew e ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin.”
ROJNEWS/KERKÛK