Li Kantona Cizîrê aboriya hilberandinî
Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:39
- Li gel êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser Rêveberiya Xweser jî jiyan ji alî aboriya hilberandinî ve didome. Li Rêveberiya Xweser Kantona Cizîrê yek ji herêmên çandiniya dewlemend e. Li herêmê sebze, genim, ceh, pembo û garis tên çandin.
Bajarên Tirbespiyê û Amûdê bi sebzeyan bi mewsimên wan ên havîn û zivistanê navdar in.
Li gundê Til Şiîr ê rojavayê Tirbespiyê ku weke paketa xwarinê ya sebzeyan li kantona Cizîrê tê binavkirin, cotkar bi rûbera heta hezar donimî sebzeyan di mewsimên wan de diçînin.
Ew yek ji gundên ku cotkar ji 2005ʹan de di çandina sebzeyan de pergala ʹtûnelanʹ bi kar tînin.
Di vê dema salê de û bi hatina payîzê re cotkar berhemên xwe ku weke monetê di zivistanê de bi kar tînin berhev dikin. Cotkar balîcan, îsot bi hemû cureyên wê (sor û kesk), kelem, cercîr û xiyaran diçînin.
Cotkarê bi navê Arif El Letîf wiha got: "Em di vê demê de hazirtiya çandiniya zivistanê dikin. Anku hazirtiya çandina pîvaz, bexdenûs, xes û hwd dikin. Em niha berhemên payîzê berhev dikin." El Letîf destnîşan kir ku lêçûna çandiniya zivistanê ne mîna ya havîn û payîzê ye, ji ber ku baran dibare. El Letîf diyar kir ku çandiya li herêmê ji bo şêniyan û kêmkirina bihayê dibe alîkar, berovajî sebzeyên ji derve tên.
Kîloya balîcanê ku ji bo mekdos di zivistanê de tê bikaranîn heta 4 hezar lîreya Sûriyeyê ye.
El Eltîf bang li Desetya Çandinî û Avdanê kir ku di zêdekirina mîqdara sotemeniyê de bi taybet mazota avdanê piştgiriyê bidin cotkaran.
Desteya Çandinî û Avdanê bi rêya gerînendetî û komîteyên xwe yên çandiniyê li bajar û bajarokan bi dayîna mazotê pêxisitna jenetoran piştgiriyê dide cotkaran.
ANHA