Li Kampa Holê operasyon dest pê kir

Çarşem 6 Mijdar 2024 - 16:15

 

  • YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li kampa Holê operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirên, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ‘ bi daxuyaniyekê avakirina `Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar’ û destpêkirina operasyoneke li diijî çete û şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê û dora wê ragihand.

Berpirsa ragihandinê ya YPJ`ê Rûken Cemal û endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qehreman Murad daxuyanî li kampa Holê xwend. Her wiha endamê meclisa fermandariya QSD`ê Ibcir Dawûd hazir bû.
Hate diyarkirin ku tevger û êrişên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê û derdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne û li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîn. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Wek dewama têkoşîna me ya domdar û bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro em pêngava “Ewlehiya Domdar” radigihînin. Operasyona me bi armanca kontrolkirina kampa Holê û der û berên wê, her wiha ji bo li bermahiyên DAIŞ bigere û hevkarên wê zeft bike. Wê ev operasyona me kampa Holê û gundewarên wê ji terora DAIŞ’ê paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne. Ev operasyon li ser bingeha agahî û mikurhatinên endamên DAIŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin, hate destpêkirin. Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞ’ê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin. Di dîroka 26’ê Îlonê dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundurîn li ser riya Hol-Şedadê rastî êrişeke xedar hatin û di encamê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn. Ev êriş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAIŞ’ê hê jî xetere li ser herêmê ava dike û destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.” ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.