Li Herêma Kurdistanê rewşa karkeran roj bi roj xirabtir dibe. Di salekê de ji ber xemsariya rayedar û xwediyên kar, 6 karker mirin. Li gorî sendîkayê jî şirket li karkeran xwedî dernakevin.
Li gorî daneyên Sendîkaya Karkeran li bajarê Hewlêrê di nava 10 mehên sala 2020’an de 6 karker li Hewlêrê mirine.
Rêveberê ragihandin û peywendiyan yê şaxa Hewlêr ya Sendîkaya Karkeran Hesen Remezan got; “Ji bo ku karker di dema kar de werin parastin, hewldanên me dewam dikin. Em dixwazin bi rêbazên zêdetir xwedî li karkeran derkevin. Gelek şirket hene, parastina karmendan ne xema wan e û pêdawistiyên wan pêşwazî nakin. Di heman demê de jî gelek karker di dema kar de xemsariyê dikin.”

ROJNEWS/HEWLÊR