Li her warê jiyanê bi Kurdî biaxivin

Çarşem 22 Sibat 2023 - 01:06

Saziya Ziman û Perwerdeyê şaxê Ewrûpayê tevî Enstîtûya Lêkolînên Kurdî ya Elmanyayê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da. Wan got, tinebûna zimanan tinebûna çand, civak û neteweyan e û bal bire ser van xisûsan;

“Biqasî ku mirov zimanê xwe biparêze, wê neteweya xwe jî biparêze. Qîmetê ku em didin zimanê xwe, qîmetê ku em didin neteweya xwe ye. Heger ziman bi rojane nejî, ji çandê, ji cîhana nivîsê û qadên zanistî dûr bikeve, wê demê ew ê bimire. Zimanê me bi axaftin, nivîs û bi jiyaneke li gorî çanda Kurdî zindî dibe.

Ji bo zimanê me zindî bimîne, divê gelê me li mal, di nav malbatê de, li saziyan û dayînûstandinê de bi Kurdî biaxivin. Ev zimanê ku me ji kal û pîr, dayîk û bavên xwe mîras wergirtiye, divê em derfetên di dest xwe de bi kar bînin û veguhezînin paşerojê. Civakên ku zimanê xwe naparêzin, di bin bandora ziman û çanda yên din de dimînin û ji xwe sil dibin. Ji ber vê jî hebûn yan jî nebûna xwe ya neteweyî girêdayî zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê herwiha xerca yekîtiya neteweyî ye. Li ku derê dibe bila bibe, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.