HPG'ê Fermandar Ekîn Reşît bi bîr anî û got, "Di sala 2016'an de şehîd bû û mîrateyeke xurt a têkoşînê li pey xwe hişt. Di salvegera şehadeta wê de em hevrêya xwe Ekîn bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin"

HPG'ê bi vî rengî behsa Ekîn Reşît kir:''Malbata hevrêya me Ekîn ji Botan e. Malbateke welatparêz e û ji ber dewleta Tirk koçî Mersînê dike. Vê malbata me ya hêja ji destpêkê ve bi dilsoziyeke samîmî û xurt xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket. Hevrêya me Ekîn ku li nava malbat û derdoreke welê welatparêz ji dayik bû û mezin bû, hîn di zarokatiyê de Rêber Apo û partiya me PKK nas kir û di salên ciwantiyê de tevlî nava serhildanan bû, weke nifşekî serhildanê mezin bû. Kekê wê hevrêyê me Reşît-Mesût Erbey tevlî nava refên gerîla bû û vê yekê bandoreke mezin li hevrêya me Ekîn kir. Ekîn sala 2001'ê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku kekê wê hevrêyê me Reşît-Mesût Erbey sala 2007'an şehîd bû, her çend vê yekê zor da hevrêya me Ekîn jî, wê şehadet ji xwe re kir hincetea mezinkirina têkoşînê. Ji Qendîlê heta bi Dersîmê piştî meşeke dûdirêj a gerîlatiyê careke din vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Akademiya Mahsûm Korkmaz dest bi perwerdeyê kir. Hevrêya me Ekîn a ku di sala 2014’an de bi perwerdeya fermandariyê û hêza manewî ya ku ji hevrêyên xwe wergirtibû derbasî herêma Avaşînê bû, li vir peywira fermandariya eniyê girt. Hevrêya me Ekîn ku weke fermandara YJA Starê dixwaze erka xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne, her tim xwe û hevrêyên xwe ji bo rewşeke şer a muhtemel amade kiriye. Li dijî êrîşên dijmin ên ji sala 2015’an ve destpê kiriye, li herêma Avaşînê çalakiyek li dar xistiye û hewl daye erka xwe ya dewreyê bi serkeftî pêk bîne. Hevrêya me Ekîn ku di êrîşên berfireh ên dijmin de bi hevrêyên xwe re li heman çeperê şer kir, sala 2016'an bi şerê destanî yê li dijî dijmin tevlî karwanê nemiran bû.

 

Ji Zagrosan heta Dersîmê 

Hevrêya me Ekîn ku di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 15 salan de hema hema li her bihosta çiyayên Kurdistanê têkoşiya, ji Zagrosan heta Dersîmê bi kedeke mezin, îradeyeke pola û biryardariyeke bê hempa li eniya berxwedanê cih girt. Kesayetiya serhildêr a Botanê ya li dijî her şêwe zextê di şexsê xwe de daye rûnişkandin û di îdeolojiya Rêber Apo de kûr bû ku bibe fermandareke pêşeng a YJA Starê. Bi sebireke mezin jiyana têkoşînê bi rêxistin kir, hevrêyên xwe li dora xwe perwerde kir û hemû zor û zehmetî derbas kir. Hevrêya me Ekîn, çîroka têkoşîna wê ya destanwarî wê di têkoşîna me de her tim bijî û di berxwedana me de bibe îlham. 

Nasnav: Ekîn Reşît

Nav paşnav: Halîme Erbey

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Meryem-Abdûrrahîm

Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê "

ANF/BEHDÎNAN