Li hepseke Ekvadorê, di navbera çeteyan de şer çêbû, 116 kes hatin kuştin. Serokkomar Guillerno Lasso li hemû hepsan ‘rewşa awarte’ ragihand.
Serokkomar li Guayaquilê - li başûrrojavayê welat e - civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku 116 kes mirine, 80 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku ev kesên hatine kuştin û birîndar bûne, hemû jî girtî ne.
Ev bûyera li hepsa Guayas a li Guayaquilê, wekî bûyera herî xedar a salê tê nirxandin.
Serokkomar çarşemê di asta neteweyî de li hepsan hemûyan ‘rewşa awarte’ ragihand.
Li hepsan, ji çend mehan ve komên ku têkiliya wan bi firotina tiryakê re heye, şerê hev dikin.
Di Tîrmehê de jî 20 girtî hatibûn kuştin û serokkomar li hepsan rewşa awarte îlan kiribû.
General Fausto Buenano ji bo kontrola hespan dest bi operasyonê kiribû û diyar kiribû ku li ser bedena miriyan şûna çek û parçeyên bombeyên destan hene, û ragihand ku herî kêm serê 6 girtiyan hatiye jêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN