- ''Dijmin bi teknîka xwe tê, em jî bi ruhê xwe yê fedaî şer dikin.''
LALEŞ RÊNAS
ANF/HEFTANÎN
Dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Heftanînê mehek li pey xwe hişt. Gerîlayan li dijî dagirkeriyê bi navê ‘Cenga Heftanînê’ pêngavek dabûn destpêkirin. Fermandarên gerîlayan Hejar Zozan û Raperîn Peyanûs ên di vê pêngavê de cih digirin, diyar dikin ku wê gerîla heta dawiyê li ber xwe bide. Her du gerîla qala êrîşên li ser qadên Qesrok û Xantûrê û berxwedana li wir kirin.
Hejar Zozan: ''Ji ber ku Xantûr û Qesrok qadên gelekî stratejîk in, dijmin êrîşî vir dike. Meseleya esasî dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ye. Xantûr axa Başûrê Kurdistanê ye. Dema êrişî Xantûrê kirin, nerazîbûna gelê Başûr gelekî zêde bû. Wê rojê heke leşkerên Tirk daketina gelîyan, wê gundiyên li herêmê li dijî dewleta Tirk şer bikirina. Îro meheke vê operasyonê qediya. Em jî li vê qadê ne. Êrişên giran li ser herêmên Qesrok û Xantûrê kirine.''
Raperîn Peyanûs: ''Di vê pêvajoyê de ez bûm şahidê gelek tiştan. Li dijî teknîka xurt a dijmin, çalakiyên hatin kirin, tarza hevalan… Ligel van tiştan şehadet jî çêbû. Helwesta hemû hevalan destanwarî bû. Bi taybetî jî hevalên jin li dijî teknîkeke wisa xurt, çûn ser dijmin, ev helwesteke destanwerî bû.
Helwesta hemû hevalan hêz û moral dide me. Dijmin bi teknîka xwe tê, em jî bi ruhê xwe yê fedaî şer dikin. Ji bo ku em xeyalên hevalên şehîd bi cih bînin, em ê li ber xwe bidin.''