- Hate ragihandin ku li herêma Herekolê ya Sêrtê jî gerîlayek şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Heftanînê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de kontrayek û leşkerek hatin cezakirin. Hate ragihandin ku li herêma Herekolê ya Sêrtê jî gerîlayek şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li qada Şeşdara ya herêma Heftanînê, li yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirk dane.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "23'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker bi obusan bombe li qada Şeşdara ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Hêzên dagirker piştî bombardûmanê agir berdan derdorê û ketin nava liv û tevgerê. Di navbera yekîneyên dijmin ên li herêmê û hêzên me de şerekî giran qewimî.
Di şer de bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayek û leşkerek hatin cezakirin. Di vî şerî de hevrêya me Zelal Çîgdem a ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir û ji roja destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya li Heftanînê û vir ve pêşengî ji berxwedanê re dikir, şehîd bû."
Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "10'ê Tîrmehê li qada Tepê Dûpişka ji ber êrişên hewayî hevrêyên me Argeş, Reşat û Zinar şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê li Sêrtê jî gerîla Omer Ozmen bi nasnav Şiyar Sara Garzan ê li Sêrtê ji dayik bûye 19'ê Tîrmehê di şerê navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de li qada Şehîd Canxurt a herêma Herekolê ya Sêrtê, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
Hevrê Şiyar ji Zagrosan heta Xerzanê li gelek eniyên berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand.
Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Şiyar ê şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdan bi ser bixînin."
NAVENDA NÛÇEYAN