- Sewsen Dabanê got heta niha 610 batos hatine qeydkirin û ji 2’yê Gulanê û pê de çînîna gemim û ceh dest pê kiriye. Dabanê her wiha got texmîna wan ew e ku ji li Kantona Firatê 80 hezar ton genim were rakirin.
Sewsen Daban diyar kir ku 15`ê Îlonê welatiyan dest bi standina ruxseta cotkariyê kirine û li gorî derfetên heyî jî ji cotkaran re madeyên sotemeniyê û çiwal tên belavkirin û got: ‘’Ji bo wergirtina genimê îsal li Kantona Firatê sê navendên sereke hene ku ew jî Rovî, Sirîn û Çelebiyê ye. Her sê navendên sereke êdî dikarin bi awayekî hêsan ji cotkaran genimî werbigirin.’’
Ekîbeke perwerdekirinê
Sewsen Daban da xuyakirin ku li bajarê Sirînê jî ji bo wergirtina genimî avahiyeke nû hatiye avakirin û hemû navendên wergirtina genim û depo hatine paqijkirin û wiha pêde çû: ‘’Me Desteya Çandiniyê bi alîkariya Şîrketa Kobanê ekîbek ji bo perwerdekirinê amade kir. Her wiha me bi cotkar û hemû saziyên eleqedar re civîn pêk anîn ku em demsaleke bi rêk û pêk derbas bikin.’’
Ji bo şewatê rewşa awarte
Sewsen Daban anî ziman ku wan cihê xwe di civînên Desteya Çandiniyê a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî girtiye û wiha pêde çû: ‘’Ji bo şewateke muhtemel ji aliyê saziyên me ve rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha heftane civîn tên lidarxistin û hemû nûnerên çandiniyê yên bajar û bajaroka beşdar dibin.’’
Êrîşên Tirk zeviyên genim
Sewsen Daban destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca şewitandina zeviyên cotkaran li dijî herêma Şêxler û Qinê êrîşek pêk anî û got: ‘’Hewldanên dewleta Tirk ên şewitandina zeviyên cotkaran gelek in. Beriya demekê li dijî herêma Şêxlerê êrîşê pêk anî û hewl da ku bi obîsan agir berde zeviyên cotkaran lê belê bi alîkariya gelê me û cotkaran şewat derneket û dewleta Tirk a dagirker negihişt armanca xwe. Me jî weke Desteya Çandiniyê ji bo hişyarî û agahdarkirinê belavok belav kirin ku li ser belavokan nimreya tîmên agirkujiyê heye.’’
Bila pirêze neyên şewitandin
Sewsen Daban ragihand ku Desteya Çandiniyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar daye ku ji ber ku bandoreke nebaş li axê dike bila cotkar piştî çinîna zeviyan, pirêzeya zeviyên xwe neşewitînin û got: ‘’Li Kantona Firatê ji 2`yê Gulanê ve ye çinîna genim û cehî tê kirin. Hejmara patosên ku heya niha hatine qeydkirin 610 e. Her wiha patosên ku karê xwe diqedînin li Navenda Sotemeniyê mazota xwe werdigirin û berê xwe didin kanton û bajarên din."
Sewsen Daban di dawiya axaftina xwe de bal bire ser hevkariya wergirtina genimî û got ku tê payîn ku îsal bi qasî 80 hezar ton genim were rakirin. ANF