Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe êriş bir ser gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê derbeke giran xwar. QSD'ê ragihand ku di şer de 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê têkildarî êrişên dawî yên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da û da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsayê topbaran û êrişên di erdê re zêdetir kirine û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniya QSD'ê de hate gotin ku şervanên QSD'ê bersiva êrişan didin û da zanîn ku 21'ê Kanûnê bi şev çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kirin û di navbera wan û şervanên QSD'ê de şerekî giran rû da. Di encama bersivdayîna şervanên QSD'ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN