Li Izmîr û Manîsayê dayika aştiyê Şukriye Kizildag (70) jî di nav de 16 kes ji alî dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. 

Li Izmîr û Manîsayê vê sibehê polîsan di operasyonên qirkirina siyasî de girte ser mala endam û rêveberên EGE-TÛHAYDER, DÎAYDER û ANYAKAY-DER’ê. Hate ragihandin di serdegirtinan de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin. Di heman demê de polîsan girtin ser avahiya EGE-TÛHAYDER’ê ya li Konaka Izmîrê û dest danî ser gelek materyalan.

Li Manîsayê jî dayika aştiyê Şukriye Kizildag (70) hate destgîrkirin. Hate diyarkirin 4 kesên li Manîsayê hatine binçavkirin, anîne Izmîrê. Kesên hatine binçavkirin jî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Izmîrê ne.

IZMÎR